|
Di
demeke kevn de, li welatê bapîrên
kurdan, padîşahek hebû, navê wî
Dehak bû. Dehak, padîşahekî pir zalim
bû. Wî welatê kurdan wêran kir.
Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zîndanên
wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û
celadên wî ji serîbirrînê
nediwestiyan.
Dehak
bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdinişt,
zêr û zîv û kevirên buhadar,
morîk û mircanên xizna xwe dijmartin,
bi hespên xwe yên rewan û esîl
serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û
di ser xwe re nedidît.
Ji
kuştin û wêrankirinê têr
nedibû, dixwest deverên hîn firehtir
werbigire û talan bike.
şevekê,
Dehak xewneke xirab dît. Nîvê şevê,
ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar
bû. Gazî zana û bijîşkên
li qesrê kir û ji wan re got:
–
Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên
min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin;
yan na ez ê serê we tevan jê bikim!
Hekim
û bijîşkên qesrê, li laşê
Dehak nêrîn ew pelandin. Çavên
wan li du birînên ku li ser her du milên
wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek
ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê
gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn
û ne jî êşek bi wî awayî
bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êşa
xwe her bi ser wan de dikir qêrîn:
–
Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane!
Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm,
şewitîm! Hûn tebîb û bijîşkên
herî baş û şahreza ne. Ma hûn
derman peyda nekin dê kî peyda bike?
Hekîmekî
ji wan, dest da ber xwe û got:
–
Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û
ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê
teze dikare bibe melhema van birînan.
Belkî
hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas
bike. Lê belê ev pêşniyar ji
Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”,
mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî
emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin,
bikin qurbana birînên ser milên wî
ku bibûn wek du marên qelişî
û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê
bi mêjiyên du zarokên nûhatî,
kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin.
Lê
carna zarok ji vê belayê dihatin xelas-kirin.
Zarokên ku dihatin xelaskirin li şênaya
nedihiştin, rêdikirin çiyan, di şikeftan
de vedişartin.
Her
ku diçû çiya bi mirovên reviyayî
tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam
bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên
çiyan têra jiyana wan dikir.
Demeke
dirêj derbas bû. Lê kulên ser
milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû
xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya.
Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û
bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên
wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke
ku tiştekî ji Dehak re bibêje tunebû.
Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê
xwe dabûn çiyayên asê. Lê
gel nema êdî di şikeftan
hildihat.
|
Kawa,
kurdekî hesinkar bû. Zarokên wî
jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban.
Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji
tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî,
heval û hogirên xwe yên pêbawer
kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya
Dehak kir. Plana kuştina Dehak ji wan re eşkere kir. Her
kesî fikir û planên Kawa pejirandin
û li benda îşareta wî man.
Kawa
gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim
ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we
agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye.
Kawa,
ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina
çekan kir û bi dizî li wan belav
kirin. Ji xwe re
çakûçekî ku mirov pê
hesin dikute, çêkir. Gava leşkerên
Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî
bibin, Kawa ji leşkeran re got:
–
Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê
xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya
padîşahê xwe lawê xwe bi destê
xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê
xwe deynim.
Gava
leşkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî
hat, şa bû û çavên wî
ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê
xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û
berê xwe da qesrê. Gava gihaşt ber
derî, leşkeran dergeh jê re vekir.
Kawa, raste rast berê xwe da şahnişînê
ku text lê vegirtî û Dehak li ser
rûniştî bû.
Dehak
ji Kawa re got:
– Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîşana
fedakariyê yî. Bijî!
Kawa,
piştî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî
wî bû. Bi çengê lawê
xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj
kir. Kawa çakûçê xwe bilind
kir. Lê li şûna ku li serê lawê
xwe bide, bi hemû hêz û hêla
xwe daweşand serê Dehak. Taca serê
wî gindirî. Piraniya leşker û
xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak
bi rastî mir, kêfa wan hat û yên
mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm
bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û
hilkişiya ser banê qesrê û agirekî
gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa
çav li êgir ketin, wan jî dest pê
kir û êrîş anîn ser qesrê,
leşker û hevalbendên Dehak yên
mayî
dîl girtin, yên teslîm nebûn
jî kuştin. Gava gelê li çiyê
jî agirê azadiyê dîtin, fêm
kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuştin
û dawiya zordariyê hat. Wan jî li
ser çiyan agirê azadiyê pêxist.
Belê
wê êvarê ne tenê li çiyan,
li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel
ji deverên asê daket û bi meşaleyan
berê xwe da gund û bajarên xwe. Li
her aliyên welêt jiyaneke nuh û azad
dest pê kir. Roja din, her kesî xemla xwe
girêda û li meydanan govend gerandin. Û
bi xwarinên xweş li seyrangehan civiyan,
kêf û şahî kirin. Ew roj, roja
21ê adarê bû.
Ji
wê rojê û bi vir de ye, ku her sal
roja 21ê adarê wek NEWROZ, ango wek cejna
yekitî, berxwedan û azadiyê tê
pîrozkirin.
|