|
Alîkariya
zimanê zikmakî çi ye?
Li gor plana
xwendinê ya pêþdibistanê divê zarokên ku zimanê
wan ê zikmakî ne swêdî ye, xwedî îmkanên
pêþxistina zimanê xwe jî bin. Antrenorekî/e zimanê
zikmakî her hefte carekê zarokan dibîne. Ew ji heman herêma
kulturî ya zarokan e. Mirov dilîze, distirê, resman çêdike,
dibire, dizeliqîne û bi zimanê zikmakî ê zarokan
çîrokan dixwîne. Antrenor her weha dikarin ji bo grupa zarokan
hemûyê serkariya lîstik û stranan bikin û bi vî
awayî kltureke din bidin nasîn û heman dem nasnameya zarokan
qewîn bikin. Li gor lêkolînan eger zarok hîn berî
dibistanê zimanê zikmakî bi kar bînin, di dibistanê
de biserketîtir in. Ev yek di navbera zimanê pêþdibistan
û zimanê malê de dibe pirek. Xwendina zimanê
zikmakî çi ye? Li dibistana destpêkê û
li lîseyê zimanê zikmakî dersek bi serê xwe ye.
Armanc ew e ku zarok bi awayekî baþ ji xebata dibistanê sûdê
werbigrin û karîn û nasnameya xwe ya duzimanî pêþ
bixin. Ev kar divê bi awa û formên munasib bi cih bê,
rê li ber pêþketina þexsî ya zarokan veke û
baweriya wan bi wan qewî bike. Di derbarê xwendina zimanê
zikmakî de çend destûr û qeyde hene. Hûn dikarin
di beþa dokumentên birêvebir de zêdetir li
ser bixwînin. Piraniya mamostayên zimanê zikmakî ji
herêmên kulturî yên zarokan bixwe ne. Her weha divê
mamostayên zimanê zikmakî zimanê swêdî baþ
bizanibin û civata swêdî baþ nas bikin. Bi zimanê
zikmakî rêberiya dersan çi ye? Zarok û ciwanîn
nû hatine Swêdê û hîn nikarin bi zimanê swêdî
dersan têbigihin, dikarin alîkariya dersan bi zimanê xwe bigrin.
Dibistan û dêûbav bi hev re li ser pêwîstiya vê
alîkariyê dipeyivin. Lê biryara dawî ya li ser akîkariya
dersan bi zimanê zikmakî ya mudira/ê dibistanê ye. Kî
dikare alîkarî, xwendin û rêberiya dersan bi zimanê
zikmakî werbigre? Hemû þagirdên ku li malên
xwe ne swêdî lê bi zimanekî din dipeyivin, dikarin zimanê
xwe ê zikmakî bixwînin. Ji bo zimanên mînorîtetan
zarok dikare zimanê xwe bixwîne eger li malê hertim bi wî
zimanî nepeyive jî. Her weha zarokên adoptîv jî
xwedî maf in ku bi zimanê xwe ê zikmakî bixwînin
û alîkarî bigrin. Zimanên netewî yên
mînorîtetan kîjan in? Meänkelî (fîniya
Tornedal), samî (samiska), romanî, cihyanî û fînî. Li
Swêdê sala 2001 ê statuya zimanên mînorîtetan
li gor qeydeyên YE ê hat bilind kirin. Mirov çawa
muraceat dike? Dêûbav divê herin ji dibistanê
yan ji belediyê bipirsin. li ser muraceat û daxwaza xwendina zimanê
zikmakî dêûbav biryarê didin, ne personalê dibistan
yan pêþdibistanan. Dayîra sexberiya zarokan û dibistan
mecbûr in ku dêûbavan ji dema muraceatê agahdar bikin
û riya muraceatê pêþ wan bikin. Xwendin yan alîkariya
bi zimanê zikmakî belaþ e û ne mecbûrî ye. Kî
ji alîkarî û xwendinê berpirs e? Berpirsiyariya
serekî ya sexberiya zarokan û dibistanê ya belediyê ye.
Ji bo gihiþtina armancên ku dewletê dest nîþan kirine,
belediye di rêvebirina karûbaran de xwedî azadiyeke mezin in.
Eger herî kêm 5 þagird û mamostayên munasib hebin,
belediye mecbûr e ku xwendina zimanê zikmakî pêþkêþ
bike. ji bo xwendina zimanê zikmakî dibistanên cihê dikarin
hevkariyê bikin, ji bona ku têra xwendinê grupên mezin
çêbibin. Organîzasyona li pêþdibistanê Berpirsiyaroya
belediyan e ku pêþdibistan ji bo bicihanîna armancên plana
xwendinê xwedî îmkan bin. hevkariya bi malbatê re wê
piþtgiriya pêþketin û fêrbûna zarok bê
kirin. Antrenora/ê zimanê zikmakî di hefteyekê de 2 heya
6 saetan tê cihê zarok lê; li zarokxanê yan li pêþdibistanê. Îro
di pratîkê de ji 10 zarokan bi tenê 1 mafê xwendina zimanê
zikmakî bi kar tîne. Hejmara zarokên ku alîkariya zimanê
zikmakî digrin li gor belediyeyan tê guhertin. Organîzasyona
li dibistana destpêkê Li gor qanûnê belediye
mecbûr in ku xwendina zimanê zikmakî pêþkêþ
bikin. li dibistana destpêkê xwendin bi awayên cihê tê
organîze kirin, lê her þagirdek di hefteyekê de 2 heya
saetan zimanê zikmakî dixwîne. - Xwendina zimanê
zikmakî wek dersa hilbijartina ziman (sal 6-9)
þûna zimanekî
biyanî þagird dikare zimanê xwe yê zikmakî bixwîne.
Hingê xwendin dikeve ber plana dem û þemaya eslî ya dibistanê.
Saet wek prensîp di navbera þeþem û nehem sala dibistanê
de tên par lirin. Li gor hejmara þagirdên ku dixwazin zimanekî
hilbijêrin, mudir biryarê dide ka wê kîjan zimanên
hilbijartinê di dibistanê de hebin.
- Xwendina zimanê
zikmakî wek dersa daxwaza þagird (sal 1-9)
Di dibistana
destpêkê de wê dibistan bikariba heta derecekê dersa ku
þagird bixwe hildibijêre pêþkêþ bike. Di vê
dersê de wê þagird bikaribe di babetek yan çend babetan
de -ku wek ders li dibistanê hene- zanîna xwe kûrtir bike. Yên
ku bixwazin, dikarin zimanê xwe yê zikmakî þûna
vê dersê hilbijêrin. Lê mudira/ê dibistanê
biryar dide ka zimanê zikmakî þûna vê dersê
dikare bê xwendin yan na. Hejmara þagirdên ku dixwazin zimanê
xwe bixwînin bandorê li biryarê dike.
- Xwendina
zimanê zokmakî wek dersa hilbijartina dibistanê
(sal 1-9)
Di plana demê de çend saet hene ku dikarin ji bo xwendina
zimanê zikmakî bên bikaranîn. Ev saet dikarin ji bo ji
bo dersekê yan çend dersan bên bikaranîn ji bona ku profîleke
taybetî bidin dibistanê. Dikare mumkin be ku ev saet ji bo xwendina
zimanê zikmakî bên veqetandin.
- Xwendina zimanê
zikmakî derveyî plana dem û þemaya eslî
þagird
dikare derveyî þemaya dibistanê jî zimanê zikmakî
bixwîne. Ev tê wê maneyê ku þagird hefteyê
çend dersên zêde digre. Her belediye bixwe biryarê dide
ka wê bibin çend ders. Îro ya normal di hefteyekê de
serê grupê 2 saetên xwendinê ye.
Organîzasyona
li särskolan þagirdên ku diçin
särskolan jî dikarin zimanê zikmakî bixwînin
û alîkariya dersan bi zimanê wan bê dayîn. Zimanê
zikmakî dikare wek dersa daxwaza þagird yan jî derveyî
þemaya dibistanê bê xwendin. Ji bo xwendina zimanê zikmakî
ya li särskolanê paneke taybetî heye. ji bo her þagirdekê/î
ferdî xwendin tê amade kirin. Organîzasyona li lîseyê
Dema ciwan dest bi lîseyê dikin, dikarin xwendina zimanê zikmakî
bidomînin. Di nav çarçeweya plana kursê de mirov dikare
zimanê zikmakî wek dersa hilbijartina ferdî, hilbijartina
ziman (zimanên modern), yan jî wek kurseke zêde bixwîne.
Kursên lîseyê li ser hev 250 puan in. belediye li gor hejmara
zarokan û îmkanên xwe riyên cida ji bo xwendina zimanê
zikmakî pêþkêþ dike. Hevkariya mal û
dibistanê Di warê xwendina zimanê zikmakî de
zarok girêdayî helwêsta pozîtîf a personal û
dêûbavan e. Girîng e ku di navbera mal û dibistanê
de atmosfereke pozîtîf û daxwaza hevkariyê hebe. Ji bilî
vê yekê pêþdibistan û dibistan mecbûr in her
termînê herî kêm carekê civîna rewþê
[utvecklingssamtal] amade bikin. Persona, dêûbav û zarok
beþdarî vê civînê dibin. Eger zarok zimanê
zikmakî dixwîne, pir norma e ku anrenor yan mamostaya/ê zimanê
zikmakî beþdarî civîna rewþê bibe. Lê
beþdariya mamosta/ê zimanê zikmakî ne ji bo tercumaniyê
te. Mafê dêûbavan heye ku wek temamkera civîna rewþê
daxwaza înformasyoneke nivîskî bikin. Li dibistana destpêkê
ji sinifa 8 an û pê ve karne tê dayîn. |