Tema modersmål
Nordkurdiska
tillbaka
Om Tema Modersmål
Om modersmål
Styrdokument
Stöd och tillsyn
Resurser
För barn
För föräldrar
Länkar

Hûn bixêr hatine temaya zimanê zikmakî!

Hêviya me ew e ku em li ser alîkarî û xwendina zimanê zikmakî û alîkariya dersan bi zimanê zikmakî înformasyoneke serhev û îmkana munaqeşê pêşkêşî we bikin. Ev sîte berî herkesî ji bo karmendên sexbêriya zarokan û dibistanan hatiye amade kirin.

Odeyên cihê yên zimanê zikmakî ji înformasyon û amîrên komnîkasyonê pêk hatine. Mamostayên aktîv yên zimanê zikmakî rêvebirên van odeyan in. Mebest jê pêşkêşkirina îmkanên pedagojîk e.

Temaya Zimanê zikmakî niha ji 22 ziman û zaravayan pêk tê. Xebata ji bo zimanên din didome. Heta payîzê dê zimanê tirkî tîgrînî û çînî cihê xwe bigirin. Em hêvîdar in, ku em ji bo gelek zimanên din, ji bo alîkariya perwerdeya dîstans û ji bo peywendiyên navnetewî jî xebatê bidin destpêkirin.

Nirxandin
Odeyên temaya zimanê zikmakî, wek hemû sîteyên jîndar, berdewam tên nirxandin û pêşxistin. Em ê pir dilşa bibin eger tu li ser odeyên me rexne û pêşniyarên xwe bigihînî me.
Em hewl didin ku înformasyon tekûz û aktuel be. Eger çewtî çêbibin, em ê yekser rast bikin.

Lînk
Di Temaya zimanê zikmakî de, bêyî materyalên ku grûba xebatê amade kirine, lînkên malperên derve jî hene. Ku li jora pela ku hûn vedikin nivîsa"Tema Modersmål" bi rengê şînekî vekirî xuya nebe, hûn ketine malpereka der ve. Ev malper grûba xebatê ji bo mamosteyên zimanê zikmakî û perwerdeya zimanê zikmakî hilbijartine. Bêyî ku bala grûba xebatê bê kişandin, em dikarin lînkên malperên der ve biguherin.

Ku hûn lînkeke malperên derve dibînin û li gor we mirov nikare lînkeke weha di karê perwerdeyê de bi kar bîne, xeberê bidin berpirsiyarê malperê. Ji bo hemû malperan redaktorên berpisiyar hene. Nav û navnîşana berbirsiyarê her malperê di bin rûpelan de heye. Ku em piştî pêşniyar û daxwaza we lînkekê bihêlin, redektorê berpirsiyar dê sedema vê yakê ji we re îzeh bike.

Berpirsyarên projeya temaya zimanê zikmakî (Tema Modersmål):

Mai Beijer,Utbildningsråd, Myndigheten för skolutveckling
Tel: 08-52778230
Mail: mai.beijer@skolutvecling.se
Christina Szekely, Projektledare på Skoldatanät
Tel: 08-52778134
Mail: christina.szekely@skolutveckling.se
Mats Wennerholm, Ansvarig för Tema modersmål.
Tel: 08-52778241
Mail: mats.wennerholm@skolutveckling.se
 

 

 

 






Ji Grûba Xebatê:

Ev ode ya Skolverketê ye. Dokument ji swêdî bo kurdî hatine wergerandin. Ji ber hin termên ku di sîstema xwendin û cihana dibistana swêdî de tên bikaranîn û taybetî ji bo karûbar û awayên dibistanên Swêdê ne û di zimanê kurdî de hemberî wan tuneye; di wergerê de em mecbûr man ku ji bo wan terman hin gotinan çêbikin yan jî terman şirove bikin. Termên kurdî yên ku di wergerê de hatine bikaranîn bitenê ji bo têgihiştina van tekstan in û ne gotinên ferhengî ne.
Ji ber ku ev ode odeyek e ji gelek odeyên Skolverketê û agahdariyên zêdetir bi zimanê swêdî ne, lînkên ku di nav tekstên kurdî de hene, bi swêdî hatine nivîsandin, ne bi kurdî. Jixwe ode di destê pêşî de ji bo mamostayên zimanê zikmakî yên li Swêdê ne û giş bi swêdî dizanin.

blå linje
Ansvarig för sidan: kamal@telia.com
Skolverket